25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Dr. Necmedîn Kerîm

Çavkanî: KDP.info

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya Dr. Necmedîn Kerîm gihîşt min. Bi vê nûçeyê gelek dilteng û xemgîn bûm.

Serxweşiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên xwedê jêrazî Necmedîn Kerîm dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdar dikim ku rehmetî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bide hemû aliyekî.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
31.10.2020

 


 

Nûçeyên têkildar