Zankoya Dihokê master pilaneka dûm dirêj dadirêje

Dihok-KDP.info/ Dr. Mislih Mihemed Seyid Dihokî serokê zankoya Dihok bo evro diyarikir ku master pilaneka dûm dirêj dê bo kumelgehê zankoyê hête danan bo 25 heta 50 salên bihêt da çu arîşe peyda nebin, li dor guhorîna sîstemî zankoyê ji kolîjan bo fakultiyan, dr. Mislih Dihokî got: Berî du heftiyan, me rawergirtin li ser hemû pişkên zanistî li zankoya Dihok kir û piraniya Mamustayan li gel vî sîstemî nebûn, çunku ya giring ne ewe em sikul û fakultî bîn yan kolîj ya giring ew me taqîgehên pêşkeftî hebin û Mamustayên me pitir bihêne meşiq dan.
Serokê zankoya Dihok diyarikir du senterên nû dê hêne vekirin yê yekê senterê pêşêxistina Mamustayên zankoyê û yê diwê senterê vekulînên ekadîmî ku dê vekulîna li ser pêşêxistina karê zankoyê ket ku birriyare ev herdu sentere ev sale bihêne vekirin




