26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Demîrtaş: Em destûr nadin ku BDP'ê wekî amûra kirîzê nîşan bidin

Çavkanî: KDP.info

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş di civîna koma BDP'ê ya Meclisê de diyar kir ku ew naxwazin û destûr nadin ku BDP'ê wekî amûra kirîzê nîşan bidin û ew dixwazin pêvajoya çareseriyê pêş bikeve

 

Li gor ajansa Firatnews Demîrtaş destnîşan kir ku, aştî êdî ne pirsgirêka Tirkiyeyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pirsgirêka hemû herêmê ye. Ji ber vê yekê em di nava hewldan û têkoşîna ku em dê çawa aştiyê bînin Tirkiye û herêmê de ne. Ji bo çek bi dawî bibin, divê siyaset azad bibe. Ger ku siyaset ne azad be çek azad nabin. Heta ku siyaset azad nebe çek nayên berdan."

 

Herweha Demîrtaş got: " Em ji bo siyaset û muzakereyan hene. Ger ku hûn bixwazin siyasetmedaran ji nasname û vîna wî dûr bixin û piştre bêre muzakereyan bikin, ev yek encamê bi dest naxin. Em nabêjin ku BDP neçe Îmraliyê dê her tişt xilas bibe. Em dibêjin hewce be em dikarin li derve jî piştgiriyê bidin pêvajoya Îmraliyê. Em dîsa dibêjin ne ji ber me pêvajo tê xetimandin. Ger ku dîsa dê hevdîtin li Îmraliyê bên kirin bila bên kirin em dê li derve piştgriya xwe bidin wan. Em nabêjin îllahî em dê biçim Îmraliyê. Lê em li dijî feraseta ku dixwazin pêvajoyê li gorî xwe bi rêve bibe û araste bikin in."

 

Demîrtaş da zanîn ku, ger dixwazin vê kirîza hikûmet ava dike ji holê rakin ew amade ne ku piştgiriyê bidin û wiha pêde çû: " Em naxwazin û destûr nadin ku BDP'ê wekî amûra kirîzê nîşan bidin. Em dixwazin pêvajoya çareseriyê pêş bikeve. Em dixwazin pêvajo zelal û samîmî pêş bikeve. Li gel hemû hewldanên me meh û nîvek e hevdîtinên Îmraliyê pêk nehatine. Niha hinceta keştî xerabe ye heyetê naşînin Îmraliyê. Lê yê xerabe Erdogan bi xwe ye. Pêvajo bi vê feraset û hişmendiyê pêş nakeve. Civaka Tirkiyeyê 30 salin li benda vê aştiyê e. Her ku dem dirêj bibe û dem têkeve navberê dê provokasyon jî zêde bibin

Nûçeyên têkildar