Hikûmeta Kurdistanê êrîşa terorîstî ya li ser boriya petrola Kurdistanê şermezar dike

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de êrişkirina ser boriya petrola Herêma Kurdistanê di nava axa Bakurê Kurdistanê de bi tundî şermezar dike.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Em bi tundî kiryara terorîstî bo ser boriya henardekirina petrola Herêma Kurdistanê protesto dikin.
Roja Çarşemê, 28ê Cotmehê boriya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hate armancgirtin û bû sedema rawestandina proseya henardekirina petrola Herêma Kurdistanê.
Em vê kiryara terorîstî protesto dikin û bi nerîna me ev core kiryar rewşa herêm û navçeyê zêdetir aloz dikin.
Em bi ti awayekê nahêlin gef li berjewendiyên me bihê kirin û dest ji bo nanê xelkê Herêma Kurdistanê bihê dirêjkirin.
Lêkolîn ji bo eşkerekirina encamderên vê êrîşê berdewam in.”




