26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Em di vê dema zehmet de ligel xelkên Tirkiye û Yunanê ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser erdheja li Îzmîrê peyameke hevkariyê belav kir û got, “Di vê dema zehmet de em li gel xelkên Tirkiye û Yunanê ne.”

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya Twitterê li ser erdheja li parêzgeha Îzmîr a Tirkiyê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, “Em bo kesên di erdheja li Derya Egeyê de canê xwe dane de sersaxî û bo kesên birîndar jî şîfaya bilez dixwazin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, “Di vê dema zehmet de em li gel xelkên Tirkiye û Yunanê ne.”

 


 

Nûçeyên têkildar