Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Almanya kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Almanyayê kir ji bo ku dema mana hêzên xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê dirêj kir.
Parlamentoya Almanyayê îro, 30.10.2020, biryar da ku hêzên wî welatî bo dema 15 mehên din jî li Iraq û Herêma Kurdistanê bimînin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vê mijarê li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û got, “Em spasiya Parlamentoya Almanyayê dikin ji bo dirêjkirina erkê hêzên Almanî li Iraq û Herêma Kurdistanê. Spas ji bo gel û hikûmeta Almanyayê ku piştevan û hevkarên me ne.”
Serokê Herêma Kurdistanê dibêje jî, “Li Iraq û Herêma Kurdistanê hê jî pêwîstiya me bi piştgiriya Hevpeymana Navdewletî ya Dijî DAIŞê heye.”




