Mesrûr Barzanî spasiya Parlementoya Almanya kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziyê li dirêjkirina mana hêzên Almanya li Iraqê dike û radighîne, rolek bibandor a Almanya di şerê dijî DAIŞê û piştevaniya Pêşmerge de hebû.
Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di twittekê de, pêşwazî li biryara Parlemana Almanya ji bo dirêjkirina man a Hêzên Almanya di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de li Iraqê dike.
Mesrûr Barzanî nivîsandiye, Ew pêşwaziyê li biryara Parlemana Almanya, bo dirêjkirina man a Hêzên Almanya li Iraqê heta meha Çile ya sala 2022an dike. Rolek bibandor a Almanya di şerê li dijî DAIŞê de û piştevanîkirin û meşqkirina bi Hêzên Pêşmerge hebû.




