Nêçîrvan Barzanî êrîşa li Fransayê şermezar kir
__2020_10_30_h18m36s33__BA.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî êrîşa terorîstî ya li bajarê Nice yê li Fransa şermezar kir û hevxemiya xwe bo xelk û hikûmeta Fransayê û malbatên qurbaniyan nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî îro Înê li ser hesabê xwe yê twîterê amaje bi êrîşa roja bihorî ya li Dêra Notredam li bajarê Nice yê Fransayê dike û êrîşê şermezar dike û dibêje, di vê dema zehmet de hevsoz û hevxemê gel û hikûmeta Fransayê me.
Serokê Herêma Kurdistanê: “Ez vê êrîşa terorîstî şermezar dikim ku li bajarê Nice li Fransayê, hejmarek welatî kire armanc û bûne qurbanî.”




