Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Polenda li Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê Polenda li Iraqê kir û pêşxistina zêdetir a peyvendiyên Polonya û herêma Kurdistanê û Iraqê hate guftûgo kirin.
Îro 27.10.2020ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Polenda li Iraqê Marcin Kubiak kir û di hevdîtinê de pêşxistina zêdetir a peyvendiyên Polenda li gel herêma Kurdistanê û Iraqê hate guftûgo kirin.
Balyozê Polenda li Iraqê amadebûna welatê xwe nîşan da bo pêşxistina peyvendiyên li gel herêma Kurdistanê. Bi taybet di warê danûstanên bazirganî û alîkariya hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê bo tekoşîna hember vîrusa koronayê.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku di çarçoveya karnameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, kar ji bo berfirehkirina aborî û jêderên dahatê dikin û girîngiya mezin didin karta çandiniyê, bi taybet ku li Herêma Kurdistanê derfeta wê heye, di warê çandiniyê de bibe selika xwarinê li Iraqê.




