Hevpeymaniya Navdewletî: Emê li ser perwerde û piştevaniya Pêşmerge berdewam bin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Duşema 26.10.2020 li Hewlêrê pêşwazî li şandeke hêzên hevpeymaniya dijî DAIŞê bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewltî ya li Iraq û Sûriyê General Kevin Copsey kir.
Di civînê de behsa rewşa Iraq, Rojhilata Navîn û girîniya pêşxistina hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeyman hat kirin.
Civînê de her wiha tekezî li ser berdewambûna perwerde û piştevanîkirina ji bo Hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞê û komên terorîstî û parastina aramiya Herêma Kurdistanê hat kirin.




