25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransa li Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Pênçşema 08.10.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Olivier Decottignies Konsulê Giştî yê Fransa li bajarê Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de di derbarê rewşa niha û guhertinên siyasî yên dawî yên li ser asta navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin. Herwiha ronahî xistin li ser wan êrîşên emnî û gefên ku li ber proseya siyasiya Iraqê da hene.

Di beşeke dinê vê hevdîtinê de Konsulê Fransa li Hewlêr ji bilî tekezkirina li ser dostayetî û peywendiya du alî, piştevaniya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir.


 

Nûçeyên têkildar