Serok Barzanî pîrozbahî li Mîrê nû yê Kuweytê kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 07.10.2020 Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê peywendî bi Şêx Newaf El Ehmed El Cabir El Sebah Mîrê nû yê Kuweytê re kir.
Di vê peywendiyê de Serok Barzanî bi helkefta destbikarbûna wî ya wekî Mîrê nû yê Kuweytê pîrozbahiyê li Şêx Newaf El Ehmed El Cabir El Sebah kir û li erk û karên wî da hêviya serkeftinê xwest.
Her di vê peywendiya telefoniyê de tekezî li ser dostayetiya herdu aliyan û berdewamiya peywendiya di navbera Herêma Kurdistan û Kuweytêde hat kirin.




