26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pîrozbahiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Cemayê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- “Ez pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî xwişk û birayên Êzdî yên li Kurdistanê û cîhanê, bi taybetî Mîr û Encûmena Rûhanî dikim bi boneya cejna Cemayê. Ez hêvîdar im cejn bibe egerê xêr û xweşiyê û dawîbûna êş û jan û derdeseriyên xwişk û birayên Êzdî.

Îsal bi sedema koça dawî ya cenabê Baba Şêx û belavbûna petaya koronayê, di rewşeke dijwar de em vê cejnê dikin. Hêvîdar im dawî li van nexweşiyan were û Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmeteke bêtir bo xwişk û birayên Êzdî pêşkêş bike û rewşa devera Şingalê asayî bibe, da ku ewên heta niha di awareyiyê de dijîn, bi serbilindî bizîvirin ser mal û cih û warê xwe.

 

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

6.10.2020”

Nûçeyên têkildar