26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî Cejna Cemayê Êzdiyan pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Cemayê Êzdiyan pîrozbahiyê li Mîrê Êzdiyan û Encûmena Ruhanî ya Ola Êzdî û hemû xûşk û birayên Êzdiyên Kurdistan û hemû cîhanê dikim.

Her li vê helkeftê de pêgirbûna xwe ya bi bingehên pêkvejiyana olî û neteweyî ya li Kurdistanê dûpat dikîn û careke din piştevaniya xwe jî ji bo daxwaz û mafên rewayên xûşk û birayên me yên Êzdî radigihînim. Hêvîdarim ku xûşk û birayên me yên Êzdî hemû cejn û xweşiyên xwe li rewşeke aram û pir bi bexteweriyê de birêvebibin û dawî bi wan êş û azarên wan bê ku li çend salên derbasbûyî de ji ber zulma terorîstan dîtine.

Cejna we pîroz û bimînin bi xêr û xweşiyê da

 

Mesûd Barzanî

06.10.2020”

 

 

Nûçeyên têkildar