26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îmad Ehmed pêşwazî li nûnera NY bo karûbarên jinan kir

Çavkanî: KDP.info

Îro li bajarê Hewlêrê, Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, bi amadebûna Pexşan Zengene seroka konseya bala a kerûbarê jinan li herêma Kurdistanê, pêşwazî li Fransîs Gey nûnera ajansa Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên jinan li Îraqê kir.

Di dîdarekêde, Fransîs gay xwe weke nûnera ajansa neteweyên Yekgirtî bo karûbarên jinan li îraqê danasandin û got ku, ew weke saziyeke serbixwe giringiyê bi rewşa jinan û rola jinan di warên cihê de didin.

Vîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê kar û xebatên saziya navborî bilind nirxandin û got ku, giringîdan bi rewş û rola jinan di warên cihê de, yek ji ewlewiyatên karê hikûmeta herêma Kurdistanê ye. Ehmed got ku ji bona aktîvkirina rola jinan hikûmeta Kurdistanê konseya bala ji bo karûbarên jinan avakiriye, û di gelek waran de yasa û qanûna di berjewendiya jinan de hatine serast kirin.

Îmad Ehmed got:
- Hikûmeta herêma Kurdistan bi pêwîstîdizane ku Neteweyên Yekgirtî bi bename hevkariya jinan li Kurdistanê bikin daku sûd ji tecrûbeya welatên pêşkeftî di warên cihê de werbigirin. Hikûmeta herêma Kurdistanê bi başî dizane ku Neteweyên Yekgirtî ofîsa xwe ya sereke bo karûbarên jinan li Kurdistanê veke û ji vir dest bi kar û çalakiyên xwe li sertaserî Îraqê dest pê bike.

Xanima Fransîs lid or rewşa jinan li herêma Kurdistanê, miqayîse digele deverên din yên Îraqê got:
- Em gelek bi zelalî û eşkereyî hest bi cudahiya pêşkeftinna nyên li herêma Kurdistanê bidest ve ahtine dikin, bê guman bêy piştevaniya desthilata siyasî û hikûmeta herêma Kurdistanê ew pêşkeftin nedibûn.

Çewaniya hevahengiya saziyên peywendîdar yên hikûmetabherêma Kurdistanê digel Neteweyên Yekgirtî ji bona beşdarîkirina jinan di warê siaysî, îdarî û warên de, mijarên din yên dîdarê bûn.

 

Nûçeyên têkildar