25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo Serokê Îlî Qarapapaq

Çavkanî: KDP.info

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Mesûdxan Xisroyê Serokê Îlî Qarapapaq

Silavên xwedê li we bin..

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya mamê we yê birêz Firudxan Xisroyî kesayetiyê navdarê deşta Silduz û mezinê Îlî Qarapapaq gihîşt me. Bi vê helkefta xemgîn pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya birêz û Îlî Qarapapaq û xelkê deşta Silduz dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî Firudxan bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
04.10.2020

Nûçeyên têkildar