26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Hêvî dikim bîranîna Mam Celal ji bo yekrêzî û tebayiya gelê me hander be

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya salvegera koça dawî ya Mam Celal Talebanî ragihand: “Rêz û pêzanînên min ji bo xebat û rola diyar a cenabê wî heye di tevgera siyasî ya Kurdistan û Iraqê de. Ez pêzanînên xwe arasteyî Kek Bafil û Kek Qubad û şûnketiyên rasteqîn ên Mam Celal dikim. Ez hêvî dikim bîranîna Mam Celal ji bo yekrêzî û tebayiya gelê me hander be.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo salvegera koça dawî ya Mam Celal Talebanî wiha ye:

“Di sêyemîn salvegera koça dawî ya Birêz Mam Celal de, rêz û pêzanînên min ji bo xebat û rola diyar a cenabê wî heye di tevgera siyasî ya Kurdistan û Iraqê de.

Ez pêzanînên xwe arasteyî Kek Bafil û Kek Qubad û şûnketiyên rasteqîn ên Mam Celal dikim.

Ez hêvî dikim bîranîna Mam Celal ji bo yekrêzî û tebayiya gelê me hander be.”

 

 

Nûçeyên têkildar