25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Babe Şêx li Kurdistanê di pêşxistina pêkvejiyana olî de rolek mezin hebû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya rêberê ruhanî yê ola Kurdên Êzdî Babe Şêx peyamek serxweşiyê belav kir û tê de got: “’Cenabê Babe Şêx rolekî berçav di pêşxistina pêkvejiyana olî li Herêma Kurdistanê hebû.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

"Min bi daxekî gelek mezin nûçeya koça dawîn ya Babe Şêx (Şêx Xirto Hecî Îsmaîl), rêberê rûhanî yê dînê Êzdiyan bihîst. Ez serxweşîya xwe pêşkêşî binemala birêzî, mîrê Êzdiyan û Encûmena Rûhanî û hemû xwîşk û birayên Êzidî yên kurdistanê û cîhanê dikim. Ez xwe wek hevparê xema wan dibînim. Birêz Babe Şêx kesayetekî diyar û xwedî pêgehekî girîng bû, li Herêma Kurdistanê û cîhanê. Herwiha roleke mezin di pêşxistina pêkvejiyana olî de, li Herêma Kurdistanê hebû. Xwedê canê wî bi bihiştê şad bike û dilxweşî û aramiyê bide hemûyan.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

1.10.2020”

 

 

 

Nûçeyên têkildar