26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Babe Şêx hemû jiyana xwe xistibû xizmeta Êzdiyatiyê de

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema koça dawî ya Rêberê Rûhanî yê Kurdên Êzdiyan Babe Şêx peyamekî serxweşiyê belav kir û got: “Babe Şêx wek rêber û mezinê ola Êzdiyan hemû jiyana xwe xistibû xizmeta Êzdiyatiyê de.”

Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

"Ji bo wexera xwedê jê razî Şêx Xirto Hecî Îsmaîl (Babe Şêxê Êzdiyan), behîdarî û sersaxî li malbat û kesûkarên wî û hemû xwişk û birayên Êzdî dikim. Em hêvparên xema wan in. Ji xwedayên mezin hêvîxwazin canê wî bi dilovaniya xwe şa bike û sebr û hedarê bide hemûyan.

Babe Şêx wek rêber û mezinê olî yê Êzdiyan, xwe ji bo xizmeta Êzdiyatiyê û salên dûr û dirêjên jiyê xwe di kar û barên olî û civakî yên Êzdiyan de derbas kirin. Rolê wî berçav bû ji bo pêkvejiyan û hevqebûlkirinê jî diyare û şûndestê kar û xizmetên wî, her dê bimînin.

Wexera wî ya xêrê be û canê wî şad be.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

01.10.2020”

 

 

Nûçeyên têkildar