Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Mîrê Kuweytê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya Mîrê Dewleta Kuweytê (Şêx Sebah Ehmed El Cabir El Sebah) gihîşt min. Bi vê helkefta xemgîn pirse û serxweşiyê pêşkêşî malbata Mîrê birêz û gel û Hikûmeta Kuweytê dikim.
Xwedê jêrazî mînakeke bihayê bilindê mirovdostiyê bû, li serdema wî da jî peywendiyên di navbera Kuweyt û Herêma Kurdistanê berfirehtir bûn.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û aramî û hedarê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
29 Eylûl 2020




