26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Serokê Dadweriya Iraqê: Divê Destûrê Iraqê were bicîhanîn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şanda Encûmena Dadweriyê ya Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan tekezî li ser cîbicîkirina Destûrê Iraqê kirin.

ÎroSêşema 29.9.2020 li Pîrmam Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Dadweriyê ya Iraqê Fayîq Zêdan û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî û şanda Iraqî rewşa siyasî û guhertin û pêşhatên dawî yên Iraqê nirxandin û ronahî xistin ser rewşa desthilata dadweriyê li Iraqê û peywendî û hemahengiya di navbera sazî û dezgehên dadweriyê yên Herêma Kurdistan û Iraqa Federal.

Di civînê de herwiha tekezî li ser rola desthilata dadweriyê di çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda de û bicîhanîna Destûrê Iraqê hat kirin.

 

Nûçeyên têkildar