26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e Iraq wek qewareyeke federalî û destûrî kar ligel Kurdistanê bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê Fayeq Zêdan kir.

Di civînê de, guftûgo derbarê girîngiya bihêzkirina rola bêalî ya sîstema dadweriyê li Iraqê û hevahengiya ligel desthilata dadweriyê ya Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê amaje bi bi wê yekê da, pêwîst e damûdezgehên hikûmeta federalî rêz li taybetmendiyên Herêma Kurdistanê di hemû waran de bigirin, bi taybet di warê dadweriyê de. Got jî: “Divê destûra Iraqê ji bo çareserkirin û yekalîkirina pirsgirêk û nakokiyan, bingeh be.”

Serokwezîr Mezrûr Barzanî ronahî xiste ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de û tekezî li wê kir, pêwîst e desthilata dadweriyê li Iraqê, bêalî rola wê yê bi bandor û girîng di çareserkirina pirsgirêkan û rêgirtina li binpêkirina destûrê de hebe. Herwiha pêwîst e Bexda wek qewareyeke federalî û destûrî, serederiyê bi Herêma Kurdistanê re bike.

 

Nûçeyên têkildar