26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî sersaxê ji PDK-Sê re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Ji ber koça dawî ya Mihmemed Emîn Husên Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê – Suriye (PDK-S) Serok Barzanî îro Sêşema 29.09.2020an peyameke sersaxiyê pêşkêşî serkirdayetiya PDK-S kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Ji bo xuşk û birayên li serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê - Suriye

Bi xem û kovaneke mezin min nûçeya koça dawî ya Kek Mihemed Emîn Husên Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê - Suriye bihîst.

Xwedê jêrazî hemû jiyana xwe ji bo bi destxistina maf û azadiya gelê welatê xwe terxan kiribû.

Di demek de ku sersaxiyê li we yên birêz û tevahiya kadîrên partiya we ya têkoşer û nas û kesûkarê Xwedê jêrazî dikim. Xwe bi hevbeşê xema we dizanim û ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê Xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Mesûd Barzanî

29.9.2020”

Nûçeyên têkildar