Wezîrê Berevaniya Îtalya: Emê li ser alîkarî û piştgiriya bo Kurdistanê berdewam bin

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Berevaniya Îtalya Lorenzo Guerini îro li Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin. Di civînê de Lorenzo Guerini ragihand ku Îtalya dê li ser alîkarî û piştgiriya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê berdewam be.
Di civînê de rewşa emnî ya Iraq û gefa grûpên çekdar li nûneratî û şandên dîplomatîk û hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê li Iraqê û gef û tevgerên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan tekezî li ser girîngî û pêwîstiya berdewam a karê hevbeş û erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Iraqê kirin.
Nêçîrvan Barzanî û Lorenzo Guerini hevnerîn bûn, ku hêj jî Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstiya wan bi hevkarî û piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî heye û di vê derbarî de Wezîrê Berevaniya Îtalya tekezî li berdewamiya piştgîrî û hevkariya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di civînê de herwiha spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê bo Îtalyayê nîşan daye ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de alîkariyên serbazî û mirovî pêşkêşî Herêma Kurdistanê û Iraqê kiriye. Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya parlamentoya Îtalyayê kir ku rizamendî li ser berdewambûna erkê hêzên Îtalî li Iraqê û Herêma Kurdistanê nîşan da.
Pêşhatên rewşa Iraqê mijareke din a civînê bûye û Serok Nêçîrvan Barzanî derbarê vê yekê de ragihandiye, Herêma Kurdistanê bi dilgiranî ve li pêşhatên emnî yên Iraqê û gefa grûpên çekdar li nûneratiyên dîplomatîk dinêre û gotiye: “Erkê nûneratiyên dîplomatîk û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Iraqê girîng û pêwîst e û ji bo hevkarî û piştgîriya li Iraqê ye û divê selametî û ewlehiya wan bê parastin, Herêma Kurdistanê jî hemû piştgiriyekê li pêngav û rêkarên bMistefa Kazimî Serokwezîrê Iraqê yên ji bo rûbirûbûna gefan dike”.
Pêşhatên dawî yên belavbûna bahora Coronayê û sûdwergirtina ji ezmûna Îtalyayê ya di vî warî de û çend pirsên din, mijarên din ên civîna navbera Wezîrê Berevaniya Îtalya û Serokê Herêma Kurdistanê bûn.






