26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Gultan Kişanak: Divê bi lezgîn gavên aştiyê bên avêtin

Çavkanî: KDP.info

Bakûrê Kurdistanê- KDP.info/ Hevseroka BDP ê Gultan Kişanak bang li hikûmeta Tirkiyê kir û xwest di vê pêvajoya aştiyane de hikûmet samîmî û durist bigere.

 

Li gor ajansa Firatnews Hevseroka Giştî ya BDP'ê Kişanak, axivî û li ser rol û rista aştiyê rawestiya. Kişanak da zanîn ku, êdî ax ji êş û xwînê têr bûye û lazime bi lezgîn gavên aştiyê bên avêtin. Kişanak bibîrxist ku, her kes aştiyê dixwaze, lê lazime ku ev daxwaza aştiyê vegere rêxistinbûnekê û bi dîsîplîn û plan ev aştî bê xwestin

 

Kişanak destnîşan kir ku, pirsgireka Tirkiyeyê ya herî mezin pirsgirêka Kurd e û heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe tu pirsgirêkên din jî çareser nabin. Kişanak anî ziman ku, ew dixwazin di nava aştiyê de bi hev re bijîn û xwedî heman maf bin.

 

Kişanak bang li hikûmetê kir û xwest êdî gavên samîmî, durist û wêrek bavêje. Piştî axaftinan Rojda di xwarinê de konser da.

 

Nûçeyên têkildar