26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Nûnerê Amerîka bo Sûriyê li ser pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê axivîn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî Amerîka yê Sûriye û Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî DAIŞê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan behsa pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê kirin.

Roja sêşem 22 Eylûla 2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya James Jeffrey Nûnerê Taybetî Amerîka yê Sûriye û Nûnerê Taybetî Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê û şanda li gel wî kir.

Di vê hevdîtinê de pêşhatên siyasiyên dawî yên navçeyê nirxandin û Nûnerê Taybetî Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê bi kurtî di derbarê stratejî û nêrîna welatê xwe ya li ser diyaloga stratejiya di navbera Amerîka û Hewlêr û Bexda û her wiha pirsên niha û hevkêşeyên navçeyê ji bo Serok Barzanî xisterû.

Di beşeke dinê vê hevdîtinê de ronahî xiste li ser pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê û behsa wan hewlan kirin ku ji bo diyalog û hevdû nêzîkbûna aliyên Kurdî yên Sûriye hatine encamdan. Her li vê civînê de ji bilî balkişandina li ser mayîna gefên DAIŞê, tekez li ser hevpeymanî û hevahengiya herdu aliyan ya li şerê terorîstên DAIŞê li Sûriye û Iraqê kirin.

Pirsa koçberan û vegerandina wan bo  ser navçeyên wan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

 

Nûçeyên têkildar