Nêçîrvan Barzanî û James Jeffrey rewşa Rojavayê Kurdistanê û danûstandinên aliyên Rojava gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- James Jeffrey li gel Nêçîrvan Barzanî civiya û di wê civînê de James Jeffrey tekezî li ser piştgiriya Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî bo Kurd û hevbeşên xwe di rûbirûbûna terorê de kir.
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro Sêşema 22.9.2020 li Hewlêrê pêşwazî li Şanderê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê, James Jeffrey kir.
Di civînê de Wezîrê Pêşmerge, Serfermandarê Pêşmerge û Berprisê Fermangeha Pêywnediyên Derve yê Herêma Kurdistanê jî amade bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê û Şanderê Amerîkayê yê bo Karûbarên Sûriyê di civîna îro de, pêşhatên herî dawî yên rewşa Sûriyê, erkên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û rûbirûbûna çalakî û metirsiyên terorê li Sûriyê û Iraqê, rewşa Kurd û gotûbêjên aliyên Kurdî li Sûriyê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan û yekrêziya navbera wan gotûbêj kirin.
James Jeffrey tekezî li ser berdewamiya piştgiriya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Kurd û hevbeşên xwe di rûbirûbûna terorê de û bi temamî nehiştina DAIŞê li Sûriyê, Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û bo ji bo vê yekê jî hemû core alîkariyên pêwîst pêşkêşî Pêşmerge û hêzên iraqî dike.
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di vê civînê de spasiya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê kiriye, ji ber hevkarî û piştgiriyên berdewam ên wan û tekezî li ser giringî û pêwîstiya berdewambûna erkên Hevpeymaniya Navdewletî bo Herêma Kurdistanê û Iraqê û hevbeşên wan li navçeyê, ta piştrastbûna li bi temamî jinavçûna DAIŞê kiriye.
James Jeffrey di civînê de piştgiriya xwe bo gotûbêjên navbera aliyên Kurdî li Sûriyê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan nîşan da û amaje bi rola erênî ya Serok Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê ji bo ji hev nêzîkkirina wan aliyan û teşwîqkirina wan bo çareserkirina kêşeyên xwe kir.
Corona û encamên wê li Sûriyê, Herêma Kurdistanê û Iraqê û rlkar û pêngavên rûbirûbûna wê, pêywendiyên Hewlêr-Bexda, pirsa Kurd li Sûriyê, hêzên biyanî yên li Sûriyê, rewşa navçeyê bi giştî, hewlên ji bo parastina istiqrar û aramiyê û çend mijarên din ên cihê giringîdana herdu aliyan”, mijarên din ên civîna îro ya Nêçîrvan Barzanî û James Jeffrey bûne.




