Nêçîrvan Barzanî: Pirsgirêkên Hewlêr û Bexda ne bi tenê mûçe û budce ne

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Iraqê Martin Huth civiyan û di wê civînê de Nêçîrvan Barzanî got: “Kêşeyên Hewlêr – Bexdayê ne bi tenê mijarên mûçe û budce ne.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşema 22yê Îlona 2020an li Hewlêrê pêşwazî Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Iraqê Martin Huth kir.
Di civînê de pêngavên li Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo rûbirûbûna belavbûna vîrusa Corona û encamên wê yên bi taybetî di warê aboriyê de, metirsiyên terorê û tevgerên DAIŞ, proseya siyasî û erkê hikûmeta nû ya Iraqê û hilbijartina pêşwext a paşeroja Iraqê, hatin nirxandin.
Pêşhatên dawî yên guftûgoya çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê, mijareke dinê civînê bû, tê de Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku kêşeyên Hewlêr – Bexda bi tenê babeta mûçe û budce nîne û aramiya Iraqê û çareserkirina kêşeyên Hewlêr – Bexda du babetên pêkve girêdayî ne.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ji bo çareserkirina kêşeyên wan Yekîtiya Ewropa û civaka navdewletî jî dikarin hevkariya Iraqê bikin.
Herwiha di civînê de herdu aliyan piştgîriya xwe ji bo hilbijartina pêşwext a Iraqê der birîn û di derbarê çend mijareke din de wekî peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran, rola Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û derfeta weberhênan û sermayeguzariya Ewropî li Iraq û Herêma Kurdistanê bîr û ramanan xwe anî ziman.




