Şeşo: PKK bi pilan rewşa Şingalê aloz dike..Divê ji Şingalê derkevin
__2020_09_21_h12m49s9__RM__2020_09_21_h17m22s43__HK.jpg)
Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo dibêje, berdewam êrîş tên ser Şingalê û destdirêjî li Kurdên Êzdî tê kirin û hertim pirsgirêk ji wan re derdikevin, ku ev jî pilaneke PKK ye li dijî Êzdiyan, ji bo ku rewşa Şingalê her aloz be û Şingal nebe beşek ji Kurdistanê.
Qasim Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Şevê din careke din li Şingalê balafiran li otomobîleke PKK dan û ew otomobîl şikandin, lê ziyanên canî derneketin. PKK dixwaze Şingal aramiyê nebîne û berdewam alozî û êrîş li ser Şingalê hebin û ji bo ku Şingal nebe beşek ji Kurdistanê, lê Kurdên Êzdî hertim Kurd bûne û xwe wek perçeyek ji Herêma Kurdistanê dibînin û PKK nikare wan û Kurdistanê jihev cuda bike.”
Şeşo wiha got: “Tişta ku PKK dike, pilaneke li dijî Kurdên Êzdî. Hikûmeta Iraqê jî alîkariya wan neke, nikarin bi kêfa xwewan karan bikin. Lê ew yek ji PKKê re naçe serî û divê ji Şingalê derkevin, ji ber ku xelkê Şingalê qet bi wan razî nabin.




