Nêçîrvan Barzanî û şanda Spaniya pêşxistina peywendiyên Kurdistan û Spanyayê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Spanya li Iraqê Juan José Escobar û şanda bazirganî ya pê re kir.
Di hevdîtinê de pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Spanya bi taybetî di warê aborî û bazirganiyê de guftûgo kirin û Serok Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê amade ye hemû hevkarî û hêsankariyekê pêşkêşî kerta taybet û veberhênerên Spanî bike, ji bo ku derfeta kar û sermayeguzariyê ji bo wan çêbibe û hevbeşî û beşdarî di avakirin û pêşxistina kertên cuda yên Herêma Kurdistanê de bikin.
Rewşa navçeyê bi giştî, proseya siyasiya li Iraqê, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, belavbûna pejika virûsa Korona, metirsiyên terorê û çend pirsên din ên ji bo herdu aliyan girîng û hevbeş bûn, mijarên din ên civînê bûn.




