25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Zanayên Îslamê yên Kurd roleke mezin dîtine di pêşxistina hizra netewî û niştimanperwerî de

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 50yemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê peyamek belav kir û tê de got, rola mamosta û zanayên ola îslamê yên Kurd di pêşxistina hizra netewî û niştimanperwerî û qebûlnekirina sîtemkariyê di dîroka gelê me de, berçav û xuya ye û di vê riyê de qurbanî jî dane.

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta derbasbûna pêncih sal li ser damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê pîrozbahiyeke germ li Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayan û hemû mamostayên ola pîroza Îslam li Kurdistanê dikim.

Ji bo rola bilinda mamostayên olî ya li qonaxên cûda cûdayên jiyana gelê me ya çi li rûyê belavkirina bîr û raya xwedênasî û kûrtirkirina çanda pêkvejiyan û her wiha rûbirûbûna hizra tundî û înkarkirinê ya li nav xelkê Kurdistanê da rûmeta me heye. Ji bilî wan jî rola mamosta û zanayên mezin nê Kurd yên ola îslamê di pêşxistina hizra netewî û niştimanperwerî û qebûlnekirina sîtemkariya di dîroka gelê me de berçav û xuya ye û di vê rêyê de qurbanî jî dane.

Herdem li hemû qonax û gefan de wê çaverêyiyê ji Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê û hemû mamostayan û rihspiyên olî yên Kurdistanê heye ku li rola xwe ya pîroz ya ji bo hişyarkirina civak û belavkirina çanda mirovayetiyê û nermî û kûrtirkirina hestên niştimanperweriyê berdewam bin.

Di vê bîranînê de li erk û karên wan da hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê dixwazim ku li jiyan û çarenivîsa gelê me da li erk û karê pîroz û bi bandorin.

Mesûd Barzanî
21. Eylûl 2020”

 

Nûçeyên têkildar