25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî şehîdkirina malbata Kurd li Bexdayê şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamek de karesata şehîdkirina malbata Dara Reuf şermezar dike. Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Gelek mixabin welatî Dara Reuf ku Kurdî nîştecihê bajarê Bexdayê bû, ew bi xwe û xanim û keça xwe bi awayeke dirindane li Bexda hatin şehîd kirin.

Ji bilî wê yekê ku bi tundî wê tawanê şermezar dikim, sersaxiyê li malbat û kesukarên Dara Reuf dikim. Her wiha destxweşiyê li hewl û keda dezgehên emniyên bajarê Hewlêrê dikim ku karîn bilez tawanbarê serekiyê vê tawanê eşkere bikin û destgîr bikin.

Mesûd Barzanî
16.9.2020”

Nûçeyên têkildar