Hejmara penaberên Rojava li Kurdistanê 90 hezar kes derbas kir

Li gor amarên Rêveberiya Koç û Koçberên Dihokê, hejmara penaberên ji Rojava li Herêma Kurdistanê 90 hezar kes derbas kir û hatin jî her berdewam e.
Di vê derbarê de Berpirsê Rêveberiya Koç û Koçberên Dihokê Mihemed Ebdulla got. ‘’Niha zêdeyî 90 hezar koçberên Rojavayê Kurdistanê bi rêya Dihokê hatine Herêma Kurdistanê, 62 hezar ji wan li kampa Domîz bicîh bûne û 28 hezar ji wan jî çûne bajar û bajarokên din ên herêmê.’’
Li gor Mihemed Ebdulla, cihê hîç kesekî din li kampa Domîz nemaye û roj nîne ku 400-500 Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe nedin Herêma Kurdistanê.
Mihemed Ebdulla wiha dibêje: ‘’Çendîn car me daxwaz ji aliyên peywendîdar kiriye daku kampeke din vekin, lê belê heta niha tiştek nexwiya ye û em jî nizanin çi ji vê hemû xelkê bikin ku rojane hewara xwe dighînin Kurdistanê.’’




