26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Xizmetkirina kesûkarên şehîdan, erkekî pêşîne yê hikûmetê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya sardana xwe bo qezaya Amêdiyê de, pêşwazî li xatûn Misrî xan Mistefa kir.

Misrî xan, dayika 2 şehîdên şerê rûbirûbûna teroristên DAIŞê ye û ligel neviyekî xwe yê Pêşmerge bi navê Bêwar Ehmed ê di şerê Pirdê de birîndar bûbû hatibû.

Serokwezîr pesnê qurbanîdan û xweragiriya kesûkarên şehîdên serbilind ên Kurdistanê da û amaje bi wê da ku malbata wan nimûneyek ji sedan malbatên wê deverê ye ku qurbaniyên zêde ji bo gel û niştiman dane.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmetkirina kesûkarên şehîdan, bi erkekî xwe yê pêşîne dizane.”

 

Nûçeyên têkildar