Serok Barzanî û serokê Parlamentoya Iraqê civiyan

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliya rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê û navçeyê gotûbêj kirin.
Îro Yekşema 06 Eylûla 2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Helbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê û navçeyê hate guftûgokirin û ronahî jî xistin li ser proseya siyasiya Iraqê ya li qonaxên pêş de. Her wiha tekez jî li ser hemahengî û karê hevbeş ya aliyan ya ji bo çareserkirina qeyranan kirin.
Danustandina bîr û ramanên li ser çareserkirina girift û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda mijareke dinê vê civînê bûn.




