26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Rewta Sedir kir

Çavkanî: KDP.info


Duhî roja dûşemê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selaheddîn pêşwaziya şandekî Rewta Sedir kir ku ji birêz Seyîd Mistefa Elî Ye'qubî û Seyîd Ehmed Mistefa El Sedir pêkhatibû.

Li hevdîtinê de komek mijar hatin guftûgo kirin, wekî pêvajoya Parlemen û ew yasayên ku ji bo guftûgoyê li Parlemen xistine rû.

Li mijareke din de behsa rewşa siyasiya Iraqê bi awayekî giştî kirin û şîroveya wan xwepêşandanên cemawerî kirin ku ev demeke li çend navçeyekî cûr bi cûrê Iraqê li xwe girtiye, her wiha tekez li ser pêwendiyên navbera her du aliyan û girîngiya berdewamiya wan pêwendiyan kirin

Nûçeyên têkildar