Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Sekreterê Neteweyên Yekgirtî civiyan

Bexda-KDP-info- Her di çarçoveya serdana xwe ya li Bexdayê, piştî nîvroya îro Çarşema 02/09/2020 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştiyê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê civiya.
Di civînê de, herdu aliyan prose û rewşa siyasiya Iraq û Herêma Kurdistanê guftûgo kirin û tîşk xistin ser peywendî û guftûgoya Hewlêr – Bexda û jihevdû têgihiştina vê dawiyê ya herdu aliyan li ser babeta budçe û mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê.
Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser rola tîma Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir ku dikare alîkarê Hewlêr û Bexdayê be ji bo handana guftûgoyeke ciddî ya di navbera wan de ji bo çareserkirina bingehîn û yekcarî ya kêşeyan li ser bingeha destûr.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî behsa rapora Nûnera Sekreterê Giştiya NY li Iraqê kir ku di derbarê girîngiya bi cîhkirina destûr û sîstema federalî pêşkêşî Encûmena Asayîşa Navdewletî kir.
Pêşhatên dawî yên belavbûna virusa Korona û çawayiya rûbirûbûna wê, hilbijartina paşerojê ya Iraqê û yasaya hilbijartin û rewşa koçber û penaberan li wargehên Herêma Kurdistanê, mijareke dinê civînê bûn




