Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih: Divê kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de werin çareserkirin

Bexda-KDP.info- Di dirêjahiya hevdîtin û civînên xwe yên li Bexdayê de, piştî nîvroya îro Çarşema 02.09.2020 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Dr. Berhem Salih Serok Komarê Iraqa Federal civiya.
Di civînê de di derbarê rewşa siyasiya Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin û behsa girîngiya yekxistina hêz û şiyanên ji bo derbaskirina qeyranan û zalbûna li ser nakokiyan de kirin.
Di beşeke dinê civînê de tekez li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyên hilawestiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya li ser bingeha destûr û yasa û parastina debara jiyana welatiyan û mûçexorên Herêma Kurdistan û Iraqê bi bê cûdahî kirin.
Pêşhatên dawî yên navçeyê û pêwîstiya pêşxistina peywendiyên Iraqê li gel welatên navçeyê û cîhanê, mijareke dinê civînê bûn.




