26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bêşkçî: Tirkiye dixwaze sînor dagîr bike..PKK jî dixwaze Tirkiyê bikşîne nava axa Herêma Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Ankara-KDP.info- Bîrmend û civaknas û nivîskarê Tirkiyê Îsmaîl Bêşkçî ku dostê gelê Kurd e, di hevpeyvîneke kurt de ligel malpera KDP.info de, behsa pirsên rojevê li ser asta navçeyê û navdewletî dike û dibêje, ev guhertinên ku li cîhanê çêdibin dê zêdetir di berjewendiya Kurdan de bin.

Îsmaîl Bêşkçî derbarê derbaskirina sînorên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve û hebûna PKK li herêmê, ji malpera KDP.info re ragihand: “Nabe Herêma Kurdistanê bibe qada şerê hêzên Tirkiyê û PKKê û ji ber hebûna PKKê jî hêzên Tirkiyê sînorê Herêma Kurdistanê derbas kirin, lewma ev yek tiştekî şaş e. Herwiha nabe Hikûmeta Iraqê wê derbaskirina sînorê Herêma Kurdistanê tenê şermezar bike, divê Iraq serweriyên xwe biparêze, ji ber ku Tirkiye dixwaze sînor dagîr bike û PKK jî dixwaze Tirkiyê bikşîne nava axa Herêma Kurdistanê.”

Bêşkçî derbarê navçeyên sînorê navçeya madeya 140 û ew navçeyên ku Pêşmerge li wir nemane, dibêje: “Li wan navçeyên ku Pêşmerge lê nemane, rojane xelk tên eşkencekirin û erd û zadên xelkê tên şewitandin û welatiyên Kurd jî ji aliyê DAIŞê ve tên revandin, ku hêzên Iraqê nikarin Kurdan li wir biparêzin, lewma pêwîst e Pêşmerge vegerin wan navçeyan.”

Îsmaîl Bêşkçî derbarê nerîna cîhanê li ser Herêma Kurdistanê wiha domand: “Welatên cîhanê giringiyê bi Herêma Kurdistanê didin û ev guhertinên ku li cîhanê çêdibin, zêdetir dê di berjewendiya Kurdan de bin. Herwiha hewlên dîplomatîk ên Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr barzanî li ser asta navxwe û navçeyê, balatevahiya Kurdan kişandine û berdewamiya van hewlan jî girîng in.”

Di dawiyê de, Bêşkçî wiha got: “Bidestanîna mefên gelê Kurd bi riyên dîplomatîk û siyasî pir girîng e. Serok Mesûd Barzanî di vî alî de bêwêne ye û rola wî di vê proseyê de pir girîng e. Serok Barzanî li tevahiya Kurdistanê û welatên cîhanê jî serkirdeyekî girîng e û cihê rêz û hurmetê ye, lewma pêwîst e Kurdên herçar perçeyên Kurdistanê sûdê ji helwêst û nerînên wî bibînin û hewlên wî bilind binirxînin.”

 

Nûçeyên têkildar