26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û serokwezîrê Iraqê lihev kirin.. Bexda dê 320 milyar dînaran bişîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di pêwendiyeke telefonî de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê li ser çend pêngavên sereke ber bi çareserkirina pirsgirêkan lihev kirin û di nêzîktirîn dem de, Bexda dê 320 milyar dînaran ji Hikûmeta Kurdistanê re bişîne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin

Di pêwendiyê de, tekezî li wê yekê hat kirin, ku Destûra Iraqê bingeha çareseriya hemû pirsgirêkan e û her rêkeftinek divê taybetmendiyên Herêma Kurdistanê û berjewendiya tevayiya gelên Iraqê berçav bigre.

Her di wê pêwendiyê de herdu aliyan amaje bi pêşveçûna danûstandinan kirin, ku berhemê danûstandina çendîn mehan ên şandên danûstandinên herdu aliyan e.

Li ser bingeha wê lihevtêgihiştinê, li ser çareseriya niha ya pirsgirêka mûçexûrên Herêma Kurdistanê lihev kirin û biryar hat dan, li gor rewşa niha ya darayî ya Iraqê, di nêzîktirîn dem de, bi qasî 320 milyar dînar wek beşê mûçeyekê, ji Bexda bo Herêma Kurdistanê were şandin.

Herdu aliyan tekezî li ser berdewamiya danûstandinan bi arasteya çareseriya hemû pirsgirêkan kirin.

 


 

Nûçeyên têkildar