“PDK karî pirsa Kurdan li cîhanê belav bike”

Rûsya-KDP.info- Kurdên Sovyeta berê dibêjin, PDK xwe kiriye mertalek ji bo parastina gelê Kurd û nahêle dijmin destdirêjiyê bike ser axa Kurdistanê, herwiha PDK karî pirsa Kurdan li cîhanê belav bike.
Profîsor Dr. Nadirê Nadrov, ku kesayetiyekî xuya ye di nava Kurdên Sovyeta berê de, ku niha li Kazaxistanê dimîne, dibêje: “Mela Mistefa Barzanî karî bibe sembola miletê Kurd li cîhanê û li dema hatina wî bo Sovyetê li sala 1957an min û wî hev dît û ji me re digot armanca me Kurdistana azad e û zû be yan dereng divê em bighên mafên xwe yên rewa û digot, em qet vê xetê bernadin.”
Nadrov ji malpera KDP.info re ragihand: “Li sala 1958an li Ermenistanê Mela Mistefa hat û kesekî Ermenî li wir bû ji min re got, li dunyayê min gelek kesên kurdperwer dîtine, lê ti kes be qasî Mela Mistefa min nedîtiye, ku ji bo serxwebûn û mafên netewî û niştimanî yê Kurdan kar dike.”
Nadrov wiha got: “Baweriya me bi rêbaza Mela Mistefa heye, ji ber ku dema min ew dît min ew nas kir ku armanca wî xizmeta Kurdan e û kes nikaribe serê Kurdan biçemîne. Sala 2017an Serok Mesûd Barzanî jî karî wê riyê bike rastî û referandûma serxwebûnê kir, ku ew baştirîn biryara bû di dîroka Kurdan de.”
Nadrov wiha domand: “Di wê referandumê Kurdan karî ji cîhanê re bêjin em dixwazin biryarê li ser çarevîsa xwe bidin û ev jî pêngaveke dîrokî mezin bû. PDK jî partiyeke dûrbîn e û armanca wê kurdayetî ye û karê wê ji karê hizbayetiyê mezintir e û bûye mala mezin a hemû Kurdan.”
Akadîmisyen Profîsor Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzeyov Serokê Fîdrasyona Navdewletiya Diyasporayê ya Kurdan ragihand: “PDK tekane hizb e ku kariye xwe li hemû Kurdên cîhanê bike xwedî û kar dike ji bo serxwebûna Kurdan.”
Mîrzeyov ji malpera KDP.info re ragihand: “Barzaniyê nemir di dema hatina bo Sovyeta berê de karî gelekî xizmeta Kurdan bike û ji wê demê de PDK li Kurdên Rûsya û Ermînya û Corciya û tevahiya welatên Sovyetê xwedî derket û piştgîriya wan kir. Baweriya me bi PDK û Serok Barzanî mezin e, ji ber ku karîne nasnameya Kurdî li cîhanê belav bikin û karîne pirsa Kurdan bibin menberên cîhanê.”
Herwiha Mamê Mamo Serokê Komela Dostayetiya Kurd û Rûsan jî dibêje: “PDK li ser asta welatan kar dike ji bo bihêzbûna pêgeha Kurdan û PDK kariye bibe dengê Kurdên cîhanê.”
Mamê Mamo ji malpera KDP.info re ragihand: “Me dît PDK bi serok û kadir û alîgirên xwe çawa di çeperên şer de bûn û nehiştin Herêma Kurdistanê jinav biçe. PDK karî dengê Kurdan bighîne hemû cîhanê.”




