26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Desteya Bilinda Kurdî: Êrişbirina ser Kurdan li Helebê bo dijayetiya hebûna Kurdane

Çavkanî: KDP.info

Piştî ku hêzên rêjîma Sûriye bi awayekî dijwar êrişî ser taxa Eşrefiyê li bajarê Helebê kirin û di encamê de, 25 welatiyên Kurd ên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bêtir ji 55 kesên din jî birîndar bûn, Desteya Bilind a Kurd daxuyaniyek weşand û bi tundî Êrişên li ser Kurdan şermezar kir.

Desteya Bilinda Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ku ji hemû hêzên Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî her du encûmenên Kurdîyên Encûmena Niştîmanîya Kurdên Sûrîyê û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye, di beyannameya xwe de ragihandiye: ´´Di çend rojên beriya niha de, taxa Eşrefiyê ya li bajarê Helebê, rû bi rûya êrîşên hêzên rejîma Bass yê xwînvexwrî bû, piştî ku rejîma Ba`esê ku bi riya êrîşên xwe hewila ketina taxê da, lê li hemberî wêm jî, hêzên Yekîneyên Parastina Gel,YPG'e, neçarî bersivdayînê bû, di encama êrîşên hêzên rejîmê de, bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn, her wiha ji ber wêrankirin û kavilkirina malên welatiyan, hejmarek mezin ji welatiyan neçar bûn ku koçberî deverên derveyî Eşrefiyê bibin.´´

Di dirêjahiya daxuyaniya Desteya Bilind a Kurd li Rojavayê Kurdistanê de, wiha hatiye: ´´ Em wek Desteya Bilind a Kurd rûdana bûyerên li Eşrefiyê pêk tên, wek êrîşên ku li dijî hebûna gelê kurd dinirxînin, em tekez dikin ku êrîşên bi vî awayî gelê me ji bo parastina xwe ya rewa, ti gavan paşve nahavêje û dê di avakirina Sûriyeya demokratîk, parlemanî û hevbeş de, xwedî roleke mezin be û berdewam be.´´

Her li gor evê beyannameyê DBK tekez kiriye: ´´Bê gûman, hewldanên êrîşkeran, dê hemû hêzên Kurdî li derdora Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku berxwedana li dijî êrîşên rejîma Beis a şovenîst nîşandaye, kom bike û em tekez dikin, ku dê bi dilsozî parêzvaniyê li navçeyên xwe û hebûna xwe, bikin.´´

Nûçeyên têkildar