26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Roja 24ê nîsanê dibe roja şehîdê zanîngehê

Çavkanî: KDP.info

Duhî roja yekşemiyê, li bajarê Hewlêrê, civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê de civya.


Wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê di civîna xwe de hijmareke reşnivîsên qanûnan gotûbêj kirin û çend qanûnên kevinî serest kirin.


Beşdarên civînê bi taybetî minaqeşeya qanûna wezareta kar û karûbarên civakî, reşnivîsa qanûna zîndîkirina yada karesata 24 nisanî li Qeladizê û reşnivîsê pirogramê malên salmezinan yên ser bi wezareta kar û karûbarên civakî kir.

 

Piştî gotûbêjkirina reşnivîsa qanûna saxkirina yada karesata 24 nîsanê li Qeladizê, biryar hate dan ku, 24 nîsanê bibe roja şehêdên zanîngehê û her sal di wê rojê de yada şehîdên zanîngeha Silêmaniyê ku, disala 1974ê de li Qeladizê kete ber êrîşên firokeyên şerî yên hikûmeta wê demê a Îraqê. Li hemû zanîngehên Kurdistanê bê saxkirin.

 

Li ser pêşniyara wezareta bazirganî û pîşesazî a hikûmeta herêma Kurdistanê, biryar hate dan ku, herêma Kurdistanê li gor qanûna bacê a hukûmeta feral a Îraqê bacê werbigire.

 

Nûçeyên têkildar