25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî serxweşiyê li Elî Xan Tahîrxan Simko kir

Çavkanî: KDP.info

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Kak Elî Xan Tahîrxan Simayil Axa (Simko)

Bi xem û kovaneke mezin xebera koça dawî ya Kek Abdullahê birayê we gihîşt me.

Serxweşiyê li we yên birêz û tevahiya malbat û xizm û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê Kek Abdullah bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

 

Mesûd Barzanî

01.08.2020

Nûçeyên têkildar