26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî peyamekî pîrozbahiyê pêşkêşî Patriyakê Dêra Kildanî ya Îraq û cîhanê kir

Çavkanî: KDP.info

 

Ji bo birêz Metran Luîs Sako Patriyakê Dêra (Kilise) Kildanî ya Îraq û cîhanê

Silavekî germ...

Ji bo hilbijartina we ya ji aliyê Vatîkan ve wekî Patriyakê Dêra Kildanî ya Îraq û cîhanê germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we yên birêz dikîn. Ji wê yekê bawerîn li asta wê berpirsiyariya mezin dane û baweriya me bi rola we yê birêz ya li kûrkirina ruhê mirovdostî û pêkvejiyan û gihandina peyama pîrozê ola yektaperestî de heye. Hêvîdarîn li vê rêyê de serkeftinê bi dest bînin û cihê destê we li berqerarbûna aştî û tebayî û hevdû qebûlkirinê de diyar bibê.

Bi wê hêviya bi yarmetî û hevkariya hemû aliyek aştîxwazî û mirovparêzî û rêzgirtina li ol û bîr û rayan li ser welatê me û hemû cîhanê da bikêşê.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
09.02.2013

Nûçeyên têkildar