26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Navxweya Iraqê çend pirs gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 29.07.2020 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Osman Elxanimî Wezîrê Navxweya Iraqê kir.

Di civînê de rewşa emniya Iraqê û metirsiyên terorê û tevgerên DAIŞê, çalakiyên DAIŞê li ser tixûbê di navbera Iraq û Sûriye û girîngiya kontrolkirina wê tixûbê, rewşa derbasgehên tixûbiyên Iraqê, hevkarî û hemahengiya Wezareta Navxweya Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewşa navçeyên ziyanberketiyên şerê terorê û çend pirseke din guftûgo kirin.

Di civînê de ku Rêber Ehmed Wezîrê Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bû, dakokiyê li ser berdewamî û pêşvebirina hevkarî û hemahengiya her du Wezaretên Navxweya Federal û Herêma Kurdistanê û sazî û damezraweyên wan li hemû rûyekê ve kirin.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê pêzanînên xwe ji bo rola erênî ya Wezîrê Navxweya Iraqê û hewlên wî yên ji bo hevkarî û hemahengiya li gel aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê derbirî.


 

Nûçeyên têkildar