26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Korya Başûr kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 29.07.2020 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Choi Kwang-Jin Konsulê Giştî yê Korya Başûr li Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de belavbûna virusa Korona li Herêma Kurdistanê û encamên wê yên bi taybetî li warê aboriyê de, çawayiya rûbirûbûna wê, ezmûna serkeftiya Korya Başûr li çawayiya seredêrî kirina li gel pejikê da, kêşeyên Hewlêr û Bexda û guftûgoya çareserkirina wan, peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Korya Başûr û çend pirseke din guftûgo kirin.

Herdu aliyan tekez li ser bihêztirkirina peywendiyên Herêma Kurdistan û Korya Başûr û derfeta kar û veberhênana Korya Başûr li Herêma Kurdistanê kirin.

Herwiha Konsulê Giştî yê Korya pesnê rola Herêma Kurdistanê ya li hewldana ji bo çareserkirina kêşeyên li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê kir.

Nûçeyên têkildar