26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî peyamekî pîrozbahiyê pêşkêşî Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Mamosta Mihemed Ferec Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê

Silavên xwedê li we bin

Ji bo nozdehemîn salvegera ragihandina Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê pîrozbahiyekî germ pêşkêşî cenabê we û endamên mekteba siyasî û serkirdayetî û hemû endam û alîgirên Yekgirtiyê dikim.

Hêvîdarim li karwana xebatê da şan bi şanî li gel aliyê siyasiyên dinê Kurdistanê bi navê pêkanîna hemû mafên gelê me de berdewam bibin.

Niha ku welatê me bi qonaxekî hestiyar û yekalîker da derbas dibe û guhertinên mezin li navçeyê da li holê daye. Ev rewş wiha dixwazê gedeyên gelê me û aliyê siyasiyên Herêma Kurdistanê li her demekî zêdetir hevkar bin û dest bi berjewendiyên bilindên welat ve bigrin.

Xwedayê mezin pişt û penaya me hemû aliyek bê

Birayê we
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
08/02/2013

Nûçeyên têkildar