26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Şîna Dayika Ayşe wek şîna xwe dizanim

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawî ya Dayika Ayşe de peywendiyeke telefonî li gelê kurê wê encam da û serxweşî li kesûkarên wê kir û ragihand ku ew şîna Dayika Ayşe wek şîna xwe dibîne.

Êvariya îro Dûşema 27/7/2020 Nêçîravan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di peywendiyeke telefonî de, li gel Xorşîd Ûsman Yusif, kurê rehmetî Dayika Ayşe, ku wek Dayika Şehîdan tê naskirin û îro koça dawiyê kir, sersaxî li wî, malbat û kasûkarên wê kir.

Nêçîrvan Barzanî tevî derbirîna hevxemiya xwe bi koça dawiya rehmetî dayika şehîdan, şîna dayîka şehîdan bi şîna xwe zanî û hêvî xwast xwedayê mezin canê wê bixe ber dilovanî û mihrebaniya xwe û sebir û hedarê jî bide malbat û kesûkarên wê.

Ji aliyê xwe ve, Xurşîd Ûsman Yusif, spasî û pêzanên xwe û malbata dayika şehîdan gehande serokê Herêma Kurdistanê bo wê hevsozî û hevxemiyê li gel malbata wan.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar