25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwazî li serokê tîma lêkolînên navdewletî ya tewanên DAIŞê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîmên Lêkolînê yên Navdewletî di Tawanên DAIŞê de (UNITAD) Kerîm Ehmedxan kir.

Di hevdîtinê de guftûgo di derbarê amadekariyên dadgehkirin û sizadana tawanbarên rêxistina terorê DAIŞê de hatin kirin.

Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîmên Lêkolînên Navdewletî di Tawanên DAIŞê de ronahî xiste ser rêkarên yasayî û teknîkî yên dadgehkirina tawanbarên DAIŞê li ser wan tawanên ku li dijî mirovahiyê kirine. Bi taybetî proseya komkirina belgeyan û dîjîtalkirina arşîvê tawanbarên DAIŞê. Spasiya hevhanegî û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê derbarê de kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser girîngiya bilezkirina rêkarên dadgehkirina tawanbarên DAIŞê kir, ji ber ku ev dadgehkirin pêngaveke girîng ber bi pêkanîna dadperweriyê ye û rêgirtina li dubarebûna wan di pêşerojê de ye.

Mesrûr Barzanî herwaha got: “Em amade ne her hevkarî û hevahengiyekê ne û pêwîst e Herîma Kurdistanê beşdariyeke wê ya aktîv di birêveçûna wê dadgeha navdewletî de hebe, ji ber ku Herêm ji cihên din zêdetir bûye qurbaniya destê tawanbarên DAIŞê.”

Nûçeyên têkildar